Nivîsar

Sundxwarina li her du parlamentoyên Kurdistan û Tirkiyê

Di civîna yekem ya parlamentoya Kurdistanê de parlementerên ku nû hatîn hilbijartin sund xwarin. Di dema sundxwarinê de, parlamenterên ser bi kêmineteweyên başurê Kurdistanê weke; Turkmen, Aşûrî, Kildanî û Ermen, di nav hola parlamentoya kurdistanê de, bi zimanê xwe yê dayîkê sûnd xwarin, bi taybetî parlementerên turkmen bi zimanê xwe, turkmenî sund xwarin.

Dema wan parlementerên Turkmen sund bi zimanê xwe xwarî, hemû beşdarên civînê rêz û hûrmet ji wan re girt û ji wan re jî li çepka dan. Kesek ev rewş wek tiştek cuda yan jî weke buyerek xerîb nenirxand, bi awayekî normal û bêdeng derbas bû û her li Kurdistanê behs jî nehat kirin.

Gelo ev tê çi wateyê?

Demokrasiya başûrê Burdistanê, tevî hemû arîşe û pirsgrêkên hene jî, tevî wan binpêkirinên di warê mafê mirovî û azadiya raman û hizirî û azadiya rojnamevaniyê û di warên din de çê dibin jî, di qonaxeke pêşkeftî de ye û xelk, berpirs û desthlatdar, hikumet, parlamento û rêxistin û aliyên siyasîyên başûrê Kurdistanê baweriyeke temam bi mafê kêmneteweyan heye.

Ji ber hindê jî beşdarên yekem civîna parlamenetoya Kurdistanê ev yek weke mafek wan yê rewa qebûl kir ku her kesek zimanê xwe bi serbestî bikar bîne û kesek jî ji vê yekê aciz nabe.

Ji aliyek din ve ev yek delîle ku, dema mirov rêz û hurmetê li hev û ziman û kulturên cuda bigire , her tişt sanahîtir dibe. Ev nîşaneka herî ber bi çav ya pêkvejiyanê ye. Pêkvejiyana netewe, ol û mezhebên cuda li başûrê Kurdistanê di qonaxeke gelek pêşkeftî de ye û cîhan jî şanaziyê bi kultûra pêkvejiyana li başûrê Kurdistanê heye dike û di platiformên navdewletî de bi hêjayî tê nirxandin.

Xwezî ev çanda hevrejiyana ku li Kurdistanê heyî, li Tirkiye, Îranê û Suriye jî hebaye û di serê xelkê de ev wek prisgirêk nehatiba dîtin.

Bbi taybetî li dewleta Tirkiye ku ev çend sale dewlete û dezghھên wê dewletê cihê xwe girtine, lê li parlamentoya wê dewletê teḧemûla sûndxwarina bi zimanê kurdî ku bi miliyonan kurd li bakurê Kurdistanê pê diaxvin bike. Tolerans û tehemûla tirkîyê li hember çand û zimanên ne tirkî sfre. tmam beruvajî li başûr kurdistanê toleranis û teḧemûl di qonaxeke gelek bilind daye.

Li vê vîdiyoya kurt temaşe bikin dê ferqa Tirkiye û Başûrê Kurdistanê di warê demokrasiyê û teḧemûl û hevduqebûlkirinê de baş bê zanîn.

Dema parlamentera berê Leyla Zana li parlamentoya Tirkiyê sûnd dixwe û dema parlamenterên Turkmen li parlamentoya Kurdistanê sûnd dixwin.

nûçe/analîz

N.H.

Back to top button