Milîsên terorîst berpirsyariya êrişa li ser Herêma Kurdistanê girt ser xwe

Grûpa terorîst a çekdar a bi navê “Eshabul Kehf” berpirsyariya êrişa li ser Herêma Kurdistanê girt ser xwe
Grûpa “Eshabul Kehf” îro di daxuyaniyekê de got, wan êrişek bi rêya du dronan pêk anîne û wan ev yek wek “bersivdayîna ji bo armanckirina girtina Deriyê Sînorî yê Şelamçeyê” a bi Îranê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de, grûpa navborî gefa tundtirkirina êrişan xwar û ragihand: “Operasyonên me dê berdewam bikin û di rojên pêş de em ê bi şêwazeke berferehtir û dijwartir wan pêş bixin.”
Herwiha grûpa Eshabul Kehf hişyariyeke tund da welatiyên sivîl û daxwaz ji wan kir ku ji baregeh û cihên manê yên hêzên Amerîkayê û “kesên kirêgirtî” dûr bikevin, da ku ziyan negihe canê wan.
Ev êriş di demekê de pêk tê ku rageşiya leşkerî û siyasî li navçeyê gihiştiye asteke bilind. Grûpên çekdar ên ser bi “Berxwedana Îslamî” ve dem bi dem Herêma Kurdistanê û baregehên hêzên hevpeyman armanc digirin û tekez dikin ku ew ê li ser êrişên xwe berdewam bin.


