Polîtîk

Cardin Herêma Kurdistanê bû armanca êrîşan..

Şevîdin bi dron û mûşekan êrişî çend deverên Herêma Kurdistanê hat kirin. Êrîşê Hewlêr, Silêmanî, Soran û Koyeyê hat kirin. Bingehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê malên wan hatin bombebarankirin.

Li Hewlêr û Koyê kampeka koçberên rojhilatê Kurdistanê yên PDKÎ hate bombebarankirin. Li gora daxûyaniya PDKÎ bi tenê zereramadî çêbûye.

Şevîdin nêzikî 7 dron li ser ezmanê Hewlêr hatine teqandin.

Li silêmaniyê jî bingeheke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê hate armanckirin. Lê li gora daxûyaniya berpirsekî vê rêxistinê, tu ziynek canî nebûye ji ber ku bingeh valabû.

Li gora agahiyan berê sibehê jî dron li Silêmaniyê,Soran û li Hewlêr hatine teqandin..

Back to top button