
Li gora Malpera “Axios” a Amerîkî,, Amerîka û Îran bi piştgiriya komek welatên navbeynkar, li ser şert û mercên agirbesteke ji bo 45 rojan gotûbêjan dikin.
Li gorî nûçeya malpera Axiosê ; ev hewla Washington û Tehranê wek “derfeta dawî” tê dîtin, da ku rê li ber kûrbûna şer û gurkirina pevçûnên leşkerî yên li navçeyê bê girtin.
Her çend hewlên dîplomatîk bi dijwarî berdewam dikin jî, çavkaniyên agahdar ji Axiosê re ragihandine: “Di nava 48 saetên bê de, şansê gihîştina rêkeftineke dawî û rasteqîn gelekî kêm e.” Tê gotin ku hîn gelek xalên nakok di navbera aliyan de mane ku nehatine çareserkirin.


