Cîhan

WSJ: Danûstandinên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê bêhêvî ne.!

Wall Street Journal daxûyakirin ku,danûstandinên ji bo vekirina Tengava Hûrmizê ne gelek bi hêvîne. Dixweyê ku, Îran dê daxwaza Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji vekirina Tengava Hurmuzê berî dema diyarkirî bicîh neynê.

Li gorî Wall Street Journal, roja Sêşemê, 7ê Nîsana 2026an, dema ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo Îranê danîbû, şeva Sêşemê diqede, danûstandinvan dibêjin ku ti nîşanek tune ku Tehran dê paşve gav bavêje û Tengava Hurmuzê veke.

Wall Street Journal dibêje ku ev dema diyarkirî dê rê li ber hêzên Amerîkî veke ku qonaxek nû ya êrîşan bidin destpêkirin, vê carê pir û santralên elektrîkê yên li hundirê Îranê hedef digirin.

Ev pêşketin xetera şerekî berfireh li herêmê zêde dike, nemaze ji ber ku Washington gefê li binesaziya sivîl û xizmetguzariyê ya Îranê dixwe da ku zextê li ser bidawîkirina girtina Tengava Hurmuzê bike.

Back to top button