PolîtîkRojev

Milîsên PYDê xalê zaroka revandî Coliya û 3 ciwanên din binçav kirin

Piştî ku milîsên PYDê li Helebê zarokeke kurd ji derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê revand, ji ber ku malbatê banga vegeranidna zaroka xwe kiriye, xalê zaroka revandî bi 3 ciwanên din ve hatin binçavkirin.

Li taxa Şêx Meqsûda Helebê, Milîsên PYDê xalê zaroka revandî, Coliya Tariq Dedo, ku bi navê Elî Henan Cefer e, li gel 3 ciwanên din revandin, weke jêdera ARKê daye zanîn ji ber ku beşdarî di mangirtina malbatê li pêş baregehên PYDê de kiribûn, tê de banga vegerandina keça revandî Coliya kiribûn hatin binçavkirin.

Coliya Tariq Dedo, zarokeke kurd e, li pêş dibistana xwe ya li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê milîsên PYDê ve di 21ê Nîsana îsal ve hat revandin, ta niha tu agahî li ser tune ne.

Ji aliyê xwe ve Cîhan Henan Cefer ku xaltîka Coliya ye dema beşdariya xwe di bultena ARKê de weha behsa tawanê kir û got ku berpirsên PYDê xwe didin aliyekî û nahêlin dayîka Coliya wê bibîne û eşkere jî kir ku divê were vegeriandin

Zaroka kurd Coliya Tariq Dedo ji gundê Maratê yê ser bi Efrînê ve ye, ji nişteciya Helebê ye, jidayîkbûya 2009an e. Ji roja hatiye revandin çarenivîs ne diyar. 

Back to top button