Civak

Miletekî xemsar, welatekî bêxwedî

Kurd êdî ji kirasê xwe yê Kurdayetiyê derketine, kirasê celadên xwe li xwe kirine, bêdeng in û bi bêdengiya xwe neyartiya xwe û welatê xwe dikin.

Ji ber xemsarî, sersarî û bêdengiya wan, herkes bê tirs hespê xwe li Kurdistanê dibezîne. Ji ber vê sedemê Bakurê Kurdistanê bûye hêlîna dezgehên rêxistin û partiyên nîjadperest û Kurd jî ji wan re li çepikan didin.

Li Wanê 6 çiyager ji bo Filistîna Azad û kesên ku di şer de hatine kujtin hilperikîn Çiyayê Kevenliyê yê ku 2 hezar û 800 raqim e, li serê çiyê ala Tirkiye û Filistînê  vekirin û govend girtin.

Çiyagerên Wanî ji bo piştgiriya berxwedana li Filistînê û bîranîna kesên ku di şer de hatine kuştin, li navçeya Îpekyoluyê hilperikîn  çiyayê Kevenliyê. Her 6 çiyageran li ser çiyayên Kurdistanê ala Tirkiye û Filistînê vekirin û govenda Filistînê girtin.

Çiyagerên ku ji Wanê ne û li hember kujtin û talankirina Kurd û Kurdistanê wek tezrön „bûm“ bêdeng û bê helwest in, li ser çiyayên Kurdistanê ala Tirkiyê û Filistînê bilind dikin.

Ev yek nîşana xemsarî, sersarî, têkçûn û mirina Kurdên Bakur e.

Kurdên ku aşiqê celadên xwe bûne ne îflah dibin, ne jî  mîrateyek baş ji pêşeroja zarokên xwe re dihêlin.

Heyf…….

Back to top button