Polîtîk

Êrîşê balefirxaneya Hewlêr kirin

Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê bi balefirên bêmirov balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê kirin armanca rîşê, lê dron di hewayê de hatin teqandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku firokeya bê firokevan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye xistin.

Hat diyarkirin ku balafira bêmirov a ku baregeha Amerîkayê kiribû armanc, li gundê Aşokanî yê navçeya Behrkê hat xistin. Hat diyarkirin ku di êrîşa de tu zirar çênebûye. Koma bi navê Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan êrîşa bi balefirên bêfirokevan pêk aniye.

Ji 18’ê Cotmehê û heta niha 100 êrîş pêk hatin

Bi destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê re di 7ê Cotmehê de, komên Şîe yên bi piştgirîya Îranê li Iraqê di 18ê Cotmehê de di bin sîwanekê de wek “Berxwedana Îslamî ya Iraqê” hevkariyek pêkanîn û zêdetirî 100 êrîş li dijî baregehên Amerîka û Koalîsyonê li Iraq û Sûriyê pêk anîn.


Back to top button