Amerîka xwe amade dike ku li Iraq û Suriye operasyona bike

Serokê Amerîkayê Joe Biden nameyek ji bo Kongressê rêkir û di nameya xwe de dibêje: “Bi sedema gef û êrîşan, Amerîka amade ye li gorî pêwîstî û guncaw gavan bavêje.”
Di demekê de ku êrîşên li ser bingehên Amerîka li Iraq û Sûriyê berdewam in, Serokê Amerîka Joe Biden îşaret bi wê yekê kir ku dibe ku ew operasyonan ji bo parastina baregehên wan welatan bike. Biden di nameya xwe ya ji bo Kongreyê de bi bîr xist ku komên milîs ên alîgirê Îranê li Iraq û Sûriyeyê li dijî karmend û navendên Amerîkayê rêze êrîş pêk anîne û wiha got: “Ev êrîş bû sedema birîndarbûna personelên Amerîkayê û zirareke mezin daye jiyana wan.Ev êrîş bûye tehdîtek mezin li ser hêzên Amerikayê û hevpaymana.”
Biden di nameya xwe de diyar kir ku li gorî fermanên wî, artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê li dijî komên çekdar ku êrîşa dikin operasyon pêk anîne û wiha got: “Armanca êrîşan bêbandorkirina rêze êrîşên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye..”
Biden di nameya xwe de diyar kir ku êrîş di çarçoveya destûra bingehîn de, li gorî hiqûqa navneteweyî û mafê parastina cewherî ya DYA’yê bi kar anîne û wiha got: “Eger gef û êrîşên din jî bên kirin. Amerîka amade ye ku li gorî pêwîstî ya heyî gavên din bavêje. ”