Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Tu wateya hevdîtina li gel Bexdayê nîne

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku heyeta Rêveberiya Herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike û got: “Sebra me heta vê yekê bû ku em di sala 2023an de bigihêjin çareseriyekê, lê heger em encaman nizanibin, tu wateya hevdîtin û rûniştinê tuneye”.
Nakokiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê xilas nabin. Hikûmeta Bexdayê ji bo destkeftiyên Herêma Kurdistanê lawaz bike û serêşandinan ji Kurdan re çêke her tiştî dike.
Di vê derbarê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de ji Dengê Amerîka re got: “Emê di navbera 6 û 10ê meha yekê ya sala nû de hevdîtinên xwe pêk bînin, wê şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û ligel hikûmeta federal bicive”.
Pêşewa Havramanî bi berdewamî got: “Sebra me ew bû ku em di sala 2023an de bigihêjin çareseriyekê, lê heger em encamên wê nizanibin, tu wateya hevdîtin û rûniştinê nîne. Pêwîste îsal pirsgirêkên di navbera me de bên çareserkirin û rêz li peymanan bê girtin. Heger em heman niyetê di hikûmeta federal de nebînin, wê rêveberiya Herêma Kurdistanê li çareseriyên din bigere”.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî herweha got: “Di sala 2023an de me hewl da ku li ser petrol, dahatên navxweyî, xalên sînor, bac û hûrgiliyên li ser karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya herî girîng jî mijara petrolê civînan pêk bînin. Ji ber vê yekê emê sala 2024an wek sala encamên van civînan bibînin. Ji bo çareseriyê ev demeke em civînan li dar dixin, ez bawer nakim îsal evqas dem ji civînan re bê veqetandin, ji ber ku tiştê pêwîst çi be me kiriye”.