Mihemedê 13 salî bi topên Îranê hat kuştin
Mihemed Enter (13) li gel apê xwe ji bo şivanên li zozanên sinorê nahyeya Hacî Omeranê nan dibin. Mihemed bi gopalê di destê xwe de çavdêriya pezê xwe dikir û heya şivan nan bixwin, lê dengê topek ya Îranê dîmenê hemû navçeyê guhert û Mihemed di nav xwînê de hêla. Mamê Mihemed dibêje:
– Top 3 metre li kêleka wî ketibû, aliyekê serê wî nemabû û singê wî parçe parçe biribû.
Mala Mihemed Enter li Batasî ya girêdayî navçeya Herîre. Roja 28.07.2011an li zozanên Berdesoran ku nêzî Hacî Omeranê ye, dibe qûrbaniyek din ê topbaranên Komara Îslamiya Îranê. Bi vê yekê jî îsal hêjmara qûrbaniyên topbarana navçeyên ser sinorê Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Îranê ve bû 3 kes. Heftiya borî jî 2 şivanên din li zozanên girêdayî nahyeya Sîdekan bi topên Îranê hatibûn kuştin.
Bavê Mihemed, Enter Zirar bi awayekî kelegirî ji Rûdawê re got:
– Ez Pêşmergeyê Zêrevanî me û wê rojê li Spîlkê li dewamê bûm. Telefon ji min re hat û gotin, kurê te Mihemed ber topên Îranê ketiye û hatiye kuştin. Ez nizanim kê telefon da min, min jî got, çawan topên Îranê digihe Batas? Got, li gel mamê xwe Ebdullah çûye zozanan û li wê derê hatiye kuştin.
Ev nêzî 40 rojane Îran navçeyên ser sinorê Herêma Kurdistanê bi giranî topbaran dike. Ji ber wê sedemê jî ji bilî zererên giyanî, bi sedan xêzan koçber bûne.
Mamê Mihemedê hatî kuştin Ebdullah Zirar, bi hevre çûbûn zozanên Berdesoran û serpêhatiya xwe wiha ji Rûdawê re got:
– Ez her sê roj carekê xwarinê ji şivanan re dibim. Wê rojê min li Herîr her tiştek ji şivanan re kirî, Mihemed got; mamo ez jî wê bêm. Min çend carên din li gel xwe biribû, em 2 rojan li gel şivanan man û roja dûwemîn hat kuştin.
Li gor gotinên Ebdullah Zirar, zozanên wan ên ku Berdesoran û Berde Sipyan digrin nava xwe, ti hêzek ya PJAKê li wê derê nîne: “Ti hêza PJAK û PKKê li wan navçeyan nîne. Heya niha gûleyek jî nehatiye berdan, lewra Îranê ew navçe topbaran nekiriye. Berê jî ti kesê ji me re ne got, wê herêmê bi cih bihêlin.”
Ebdullah wiha pêdeçû:
– Dema min zanî îsal navçeyên me tên topbaran kirin, me malên xwe anîn xwar û nêzî 10 km ji zozanan dûr ketîn. Lê Îranê ew herêm topbaran kirin, roj bi roj top diavêtin xaka Herêma Kurdistanê. Lewra malên me hatin xwar û me pezê xwe hêla zozanan.
Ew koçber her sal ji bo çêrandina pezê xwe, diçin zozanên ser sinor. Lê herdemê jiyana wan di nava metirsiyê de ye, sedema wê jî topbaran û bi hezaran mayînên ku di dema şerê 8 salan yê navbera İraq û Îranê de li wan navçeyan hatîn çandin e. Enter dibêje: “Em ji salên 60î ve diçin zozanan û tên xwar, heya niha ji ber mayînan 4 kesên me jiyana xwe ji dest dane û nêzî 10 kesan jî bûne kêmendam.”