Qanûna nû rê li ber damezirandina partiyên kurdî digire
Hikûmeta sûrî di 24ê tîrmeha (July) 2011ê de biryara qanûneke nû ya partiyan da. Li gor bendê 5ê yê qanûna nû divê ji bo damezirandina partiyekê ev şert û merc pêk bên:
1- Divê partî li gor destûra Sûriyê û pîvanên demoqrat û dewleta qanûnê tevbigere û rêzê ji Daxuyaniya Giştî ya Mafên Mirovan û tevaya peymanên ji aliyê Komara Erebî ya Sûrî ve imzekirî re bigire.
2- Divê yekîtiya dewletê biparêze û yekîtiya niştimanî di nav civakê de xurt bike.
3- Divê rêbaza partiyê, armancên wê û çavkaniyên diravên wê bên eşkerekirin.
4- Nabe ku partî li ser bingeha olî, eşîrtî, herêmî, pîşeyî û cudakirina di warên regez, zayend û reng de bê avakirin.
5- Divê pêkhatiyên partiyê, hilbijartina birêvebiriya wê û çalakiyên partiyê li ser bingehek demoqrat pêk bên.
6- Nabe ku partî ne eşkere û ne jî veşartî bide dû armancine leşkerî yan nîv-leşkerî, ne jî ti şêweyên zordariyê pêk bîne û bi wan gefan bixwe yan jî kesekî ji bo wan gurr bike. Herweha nabe ku partî şaxek partiyek an rêxistineke siyasî ya ne sûrî be yan girêdayî wê be.
Wezareta Dadê ya sûrî ragihand ku doza ji bo damezirandina partiyekê divê bê şandin ji komîteyeke taybetî re, ku li gor bendê 7ê yê qanûnê ji wezîrê hundir, cîgirê serokê dadgeha gilîkirinê û sê kesayetiyên serbixwe pêk tê, ku ji bo sê salan ji aliyê serokkomar ve tên hilbijartin.
Li gor bendê 7ê yê qanûna wezareta hundir:
– Divê doznameya damezirandina partiyê ji aliyê pêncî endaman ve bê imzekirin.
– Divê tevaya endamên damezirêner bi kêmanî ji deh salan ve welatiyên sûrî bin, temenê wan ne di biniya 25 salan de be, li Sûriyê niştecî bin û xwedî mafên medenî û siyasî bin.
– Herweha nabe ku ew ji ber cezayekê ji aliyê dadgehê ve hatibin tawanbarkirin û ne endamên partiyeke din a sûrî yan ne sûrî bin.
– Divê partiyek di dema damezirandinê de xwedî bi kêmanî hezar endam be, ku di dezgehên nifûsê yên bi kêmanî nîvê parêzgehên Sûriyê de qeydkirî bin.
– Nabe ku rêjeya endaman ji parêzgehekê di biniya pênc ji sedî yê tevaya endaman de be.
– Divê hemû partî li gor tevna civaka sûrî bin.
Eger di nava şêst rojan de piştî radestkirina doznameya damezirandina partiyê bersiva wê nehatibe dayin, hingî damezirandina partiyê hatiye pejirandin. Ger damezirandin neyê pejirandin, hingî xwediyên doznameyê dikarin di nava panzdeh rojan de serî li dadgeha gilîkirinê bixin. Divê dadgeh di nava şêst rojan de biryarekê bide.
Ji ber şertên ku nabe partiyek li ser »bingeheke herêmî« bê damezirandin, endamên wê ji bi kêmanî nîvê parêzgehên sûrî bin û divê li gor »tevna niştimanî« a civaka sûrî be, rê li ber damezirandina partiyeke kurdî digire. (Kurdwatch)