Polîtîk

Mezlûm Ebdî: Hevdîtina me li gel Serok Barzanî cihê kêfxweşiyê bû

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê hevdîtina bi Serok Barzanî re radigihîne, “Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be.

Fermandarê Giştî yê HSDê îro 17ê Çile daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de ragihand, “Hevdîtina me li gel Serok Mesûd Barzanî cihê kêfxweşiyê bû.”

Mezlûm Ebdî li ser naveroka hevdîtinê aşkere kir: “Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha got: “Me tekez kir ku giringîya yekîtîya kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsîyarîya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”

Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.
Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze.… pic.twitter.com/V0lhjuZnVz— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) January 17, 2025

Back to top button