Teknîk

Meygerêkî balkêş li meyxaneyê kar dike

Bi sedema wê yekê ku li Japonya karmendên xizmetguzariyê dest nakevê, meyxaneyekî Japonî robotek bikartîne ku serkeftiyane pêşwaziyê li mîhvanên xwe dike.

Ajansa Reuters belav kiriye ku zîncîre restorant û meyxaneyekî navdar li Tokyo ya paytexta Japonya bi navê “Yoronotakî” heye. Bi sedema wê yekê ku nekariye karmendên xizmetguzariyê peyda bike, vê robotê bikaraniye.

Yekemcare robotek wekî meyger yek ji meyxaneyan hatibe danîn, ev robot li ser şaşeya wêneya sîmayekî dev bi ken hatiye danîn û robot li gel mîhvanên xwe dipeyve û dikarê daxwaziyên wan amade bike.

Her wiha ev robot dikarê bi 40 çirkeyan bîra amade bike û dikare çendîn cûreyên meyê têkilhev bike û li gor daxwaziya mîhvanan amade bike.

Ev robot ji aliyê kompanya “Kîw Bî Ay Tî Robotîks” ve hatiye dirust kirin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button