Mesrûr Barzanî: Spas bo Xudê dengên PDKê ji yek milyonê derbaz bûn

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê de spasiya Xudayê mezin û gelê Kurdistanê kir, ku dengên PDKê gihîştin zêdetirî yek milyon dengan.
Ev jî peyama Mesrûr Barzanî ye:
Spas ji Xudayê mezin re û bi helwest û xwesteka welatiyên xebatkar ên Kurdistanê û endamên PDKê, dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji yek milyon dengan derbaz bûn û dê di encamên dawiyê de zêdetir jî bibin.
Ez pîrozbahiyê li Serok û Rêberê gelê me Cenabê Serok Barzanî dikim.
Ez pîrozbahiyê li birayê xwe yê rêzdar û xweşevî kekê Nêçîrvan dikim ku qebxwaziya yek milyonê ragihandibû.
Ez spasî û destxweşiyan pêşkêşî hemî serkirdetî, endam û alîgirên PDKê dikim.
Ez pîrozbahiyê li hemî gelê Kurdistanê dikim.
Ev serkeftina mezin li pêvajoya demokrasî û hemî gelê Iraqê pîroz be.
Em dê li ser xizmeta hemî Kurdistaniyan û welatê xwe bi germ û gureka zêdetir berdewam bin.
Ber bi welatekî tenatir û avedantir.
Mesrûr Barzan
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

