Civak

Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Mîr Tehsîn û Êzidiyan dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg peyamek belav kir.

Îro danê sibê Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li Almanya koça dawiyê kir.

Peyama Mesrûr Barzanî:

Malbata birêz Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya ( Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhan û kesayetiya nîştimanperwer ya Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg gehêşte me û bi bîhistina vê nûçeyê gelek xembar û dilgiran bûn.

Bi vê boneya xemnak, hevbeşbûna xwe di xem û keseran de ji malbeta vî ya birêz re radigehînim, ser xweşî li xizm, dost, xelkê Kurdistanê û tevahiya birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de dikim.

Ji xwedê mezin daxwaz dikin ku xwedê jê razî bixe ber rehm û dilovaniya xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan.

Back to top button