Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya civaka me bi zanabûna xwendekar û ciwanan heye

Duhî danê êwarê li Hewlêrê  Mesrûr Barzanî beşdariya merasima pîrozkirina bîranîna 59mîn salvegera damezrandina her dû Yekîtiyan;  Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê û yekêtiya Lawên  Demokrat yên Kurdistanê kir.

Hevdem ligel gehêştitna birêz Mesrûr Barzanî bo baregeha her dû Yekîtiyên han, bi germî ji aliyê Endam û Berpirsên her dû Sekretariyeta wan Yekîtiya û girseyeke zêde ve hate pêşwazîkirin.

Mesrûr Barzanî di çarçoweya serdana xwe de bo her dû Yekîtiyên nav hatî de bi rêya kanalên ragihandinê peyame pêşkêşî amadebûyan kir û kêfxweşiya xwe li hember vê bîranîna han diyar kir.

 Barzanî di berdewamiya peyva xwe de daxwaz ji xwendekar û ciwanên Kurdistanê kir ku, di pêvajoya îro ya Kurdistanê de rola xwe ya girîng bilîzin jiber ku, pêvajoya niha pêvajoyeke gelek hesas e lewre:

Pêwîstiya civaka me bi hişiyarî û zanabûna wan her du kategoriyan heye bo parastina destkeftên gelê me û avadankirina welatekî pêşkeftî û aram.

Her bi minasebeta 59mîn salvegera damezrandina her dû saziyên Yekîtiya xwendekarên Kurdistan û Yekîtiya ciwanên Demokratên Kurdistanê  Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkeş kir.

Barzanî bi germî 59mîn salvegera damezrandina her dû saziyên têkoşer yên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Yekîtiya Ciwanên Demokrat yên pîroz dike û dibêje ku, berdewambûna  xebat û têkoşanê de ji roja damezrandina wan saziyan de heta roja îro nîşaneya dilsoziya wan ji bo welat û gelê xwe ye:

Cîyê şanaziyê ye ku, hun weke du debistanê sereke karîne bi sedan û bi hezaran kadroyên dilsoz yên gel û nîştiman perwerde bikin. Her çawe ku, destkeft û ezmûna îro ya Kurdistanê berhema xebat û dilsoziya we û hevlên we ye, her bi vî awayî jî îro hun weke xwendekar û ciwanên kurd di her warî de bi taybetî di warê parastin û pêşxistina ezmûna demokratîk ya Kurdistanê de jî xwedan roleke sereke û girîng in. Di pêvajoya niha de gelê me di warê pêşxistina têkoşîn û ezmûna xwe ya demokratîk de pêdevî bi hêz û enerjiya ciwan heye.

Masrû Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî dike ku xwendekar û ciwanên Kurdistanê bi hevkariya tevahiya saziyên din yên medenî û curbicur ji bo parastina welat, ezmûna demokratîk,  parastina destkeftên heyî, kûrkirina çanda lêbûrîn û bihevre jiyan û xwe dûr xistin ji tundûtîjyê bixebitin:

Bila em hemû  bi hev re rêz û hurmetê ji nirxên bilind yên mirofdostî, aştî û demokrasî bigirîn û întîmaya me bo welat, nîştiman û paşeroja welat be.

Back to top button