Cîhan
Mesrûr Barzanî li Davosê bi hejmarek wezîrên Behreynê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16.01.2024an li Davosê bi şandeke Şahnişîna Behreynê ya bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aboriya Niştîmanî Şêx Selman Bin Xelîfe Al Xelîfe re civiya.
Şandeyê li ser navê Şah Hemed Bin Îsa El Xelîfe êrîşên li ser Hewlêrê şermezar kir û sersaxî û hevxemiya welatê xwe ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand.
Şandeyê amadehiya Şahnişîna Behreynê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên curbicur de nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Şahnişîna Behreynê, bi taybetî Şah Hemed Bin Îsa kir û daxwaza bihêzkirina pêwendiyên dualî tekez kir.