Civak

Li Hewlêr 3 roj şîn hate ragihandin

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav ragihand, piştî êrîşên Îranê yên bi mûşekên balîstîk 3 roj şîn hat ragihandin.

Xoşnav di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 sivîl jî birîndar bûne û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.

Xoşnav diyar kir ku “Êrîşên Îranê bêyî hincet sivîlên bêguneh kirin hedef” Xoşnav diyar kir ku wan careke din bi tundî “ev êrîşa nehiqûqî û hovane” şermezar dikin û ragihand ku li bajêr 3 roj şîna giştî hatiye ragihandin.

Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê îdia kir ku “Bergeha navenda îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad li Hewlêrê bi mûşekên balîstîk hatiye hedefgirtin.”

Di êrîşan de karsazê Kurd Peşrew Dizeyî û keça wî Jîna Dizeyî, karsazê Iraqî Kerem Mîxaîl ku li malê bû mêvan lê li Bexdayê rûniştibû û karmendekî Fîlîpînî jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Back to top button