Civak
Li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê civîneke taybet hat lidarxistin
Serokatıya Herêma Kurdistanê li gel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan civînek li dar xist û derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj kir.
Di civînê de bernameya kar û pêdiviyên ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hate gotûbêjkirin û Serokayetiya Kurdistanê û Encûmena Wezîran amadehiya xwe ji bo dabînkirina pêwîstiyan nîşan dan û tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de kirin.
Ji aliyê xwe ve, şanda Komisyonê spasiya amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo encamdana hilbijartinan kir û tekez kir, ku ew dê li gorî nexşerêyekê ku li gor dema qanûnî be, xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade bikin.