Hakan Fidan: YNK alikariya PKKê dike

Li Tirkiye doh wezîrê parastinê û wezîrê derve di derbarê bûyerên vê dawîyê de agahdarî dan partlementoyê.Piştî êrîşa çekdarên PKKê li ser bingehek artêşa Tirkiye û kuştina 9 leşkera, Tirkiye êrîşên hewahî li rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê li dijî pkkê li darxistin.Bi drona çend berpirsên PKKê ji navbirin.
Roja ev bûyer bûyî rojane di kanalên televiyonê Tirkan de ev babet tê niqaşkirin. Gelek pispor, akademisyên kesayetên siyasî li ser ekrana televizyona bi seetan bernama de dîtinên xwe dibêjin.
Lê ya herî balkêş axavtina wezîrê derve Hakan Fidan di parlementoyê de bû.Fidan di axavtina xwe de cara yekem e ku bi awayek eşkere behsa pêwendiyên YNK û taybet yên Bafil Talabanî û PKKê dike.
Ji berî niha serdana xwe ya Bexdayê de Hakan Fidan li gel Bafil Talabanî civiyabû. Herweha carekî li Enqere û li Hewlêr jî li gel Qubat Talabanî hevdîtin kirîbû. Lê di parlementoyê de axavtina kirî herî balkêş bû. Daxûyakirin ku, ewê bala YNKê cardin bikiçînin, lê eger di kiryarên xwe de berdewam bin, dê ewê jî bibin armanca me.