Civak

Mesrûr Barzanî kuştina Serokê Hemasê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Ez kuştina Îsmaîl Heniye şermezar dikim.”

Mesrûr Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye postek belav kir û got:

“Ez kuştina Îsmaîl Heniye û hemû hewlên ji bo nehiştina aramaniya li herêmê şermezar dikim.”

“Ez bangî hemû aliyan dikim”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ji bo diyalogê bang kir û li pey çû:

“Ez bangî hemû aliyan dikim ku aloziyên vê dawiyê kêm bikin û ji bo ku aramî û seqamgirî vegere herêmê guftûgoyên cidî bikin.

Herêm xwe li ber nezelaliya zêdetir nagire.”

Back to top button