FKKS:Daxûyaniya Çapemeniyê
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd bi minasebeta 41mîn salvegera komkujiya Barzaniyan daxûyaniyek çapemeniyê bi zimanê Swedî ragihand.
Daxûyanî bi Kurdî wehaye:
Di 31’ê Tîrmeha 1983’an de mirovahiyê windahiyeke din a mezin dît. Ne xezeba Xwedê ye ku bi serê me Kurdan tê, lê barbarê cîhanê yê herî metirsîdar, hêza leşkerî ya Sedam Huseyn e, ku jiyana zêdetirî 8000 Kurdên sivîl seqet kiriye. Erd û asîman digirîn, lê yên ku li çaraliyê cîhanê desthilatdar in, dema ku dor tê ser me Kurdan, însaniyeta xwe winda kirine.
Em qurbaniyên Komkujiya Enfalê ya 41 sal berê bi xemgînî û hêrs bi bîr tînin. Demek tirsnak bû ku zêdetirî 8,000 bêguneh bûn.
kesên ciwan û pîr, ji Barzanî yên 7 heta 80 salî, ji aliyê rejîma Beis a zalim ve li çolên başûrê Iraqê hatin revandin û bi saxî hatin binaxkirin. Ev kiryara hovane di bîranînên me de cih girtiye û şîdet û zilma nemirovane li van gelan bi darê zorê hatiye kirin tîne bîra me.
Bi fêrbûna ji dîrokê, em dikarin ji bo nehîştina bûyerên wiha hovane careke din biqewimin û ji bo aştî, edalet û rêzgirtina mafên hemû gelan têbikoşin.
Em bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û ji bo edalet ji bo wan pêk were têdikoşin.
Bila kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane bi rehma xwedş şah bibin.
Berzan Kockaya
Serokê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê
31 Tîrmeh 2024
Stockholm