Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Komara Îslamî ya Îranê dicive
Di berdewamiya serdana xwe Tehranê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî nîvro îro çarşem 31.07.2024 bi Mesûd Pezeşkiyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.
Li hevdîtinê de Serokê Komara Îslamî ya Îranê beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re di merasima sondxwarinê û cîbicîkirina erkên wî de bilind nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku Îran amadeye peywendiyên xwe di hemû waran de geş bike. Hemahengiyek hevbeş bi Iraq û Herêma Kurdistanê re xurt bikin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya xwe ji bo wê vexwendinê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê cîranekî girîng dibîne û kar li ser pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îranê kir di serdana xwe ya bê ya bo Bexdayê de serdana Hewlêrê bike.
Serok Barzanî balkişand li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina hejmara geştyarên Îranî yên ku di rêya Herêma Kurdistanê re ber bi başûrê Iraqê ve diçin û qebareya danûstandinên bazirganî di navbera her du aliyan de zêde û berfirehtir bibe û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê bo Îranê û welatên cîran.
Di hevdîtinê de ku şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê amade bû, her du aliyan pesna peywendiyên dostane û dîrokî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser hevkarî û hevkariyên ewlekarî yên di navbera Îran, Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.