Cîhan

Destê me di kuştina Heniyê de nebû

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Sîngapurê ragihand, destê wan di kuştina Îsmaîl Heniye de nîne û beriya kuştina wî jî ew nehatine agahdarkirin.

Blinken got: “Texmînkirin pir dijwar e û em fêr bûne ku texmîn nekin, lê agirbesta li Xezeyê pêwîst e û Amerîka kar li ser vê yekê dike.”

Li Manîlayê, Paytexta Fîlîpînê jî rojnamevanan ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin pirsa kuştina Heniye kirin, wî jî bersiv da: “Tiştekî ku ez li ser vê mijarê bibêjim tune ye.”

Tevî ku Îsraîl bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe jî, Supaya Pasdarên Îranê û Hamas, wê bi vê êrîşê tometbar dikin.

Pasdarên Îranê jî ragihand, ew lêkolînê derbarê çawaniyê êrîşê de dikin û ewê di pişt re ji raya giştî re aşkere bikin. Herwiha li Îranê sê wek şîna giştî hat ragihandin.

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî jî, di vê derbarê de dibêje: “Rejîma tawanbar a Îsraîlê mêvanê me yê ezîz di mala me de şehîd kir û em hemû xemgîn kirin, lê rê li ber cezayê xwe yê giran jî vekir.”

Back to top button