Cîhan

Serokê Herêma Kurdistanê digel Serokê Encûmena Şûraya Îslamî civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di roja duyê ya serdana xwe ya fermî ya Komara Îslamî ya Îranê da îro çarşemê piştî nîvro 31.07.2024 ê li Tehranê, digel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Encûmena Şûra Îslamî ya Îranê civiya.

Di civînê da behsa peywendiyên Îranê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, rewşa navxwe ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî hate kirin û di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê da danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan tekîd li ser pêşxistina peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraqê û Herêma Kurdistanê ra di hemû waran da kirin û hevkariyên hevbeş li ser asta navçeyê ji bo parastina aramî û aştiyê pêwîst dîtin.

Di civînê da ku, şanda bi Serok ra; Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadebûn, çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistan – Iraq

Back to top button