Resûl: Hêzên Koalîsyonê bi balafirên şer êrîşek hovane pêk anîn
Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa El-Sûdanî General Yehya Resûl, ragihand ku êrîşa doh a li dijî navenda Haşdî Şabî bi balafirek hêzên Koalîsyonê ya bi pêşengiya Amerîkayê hatiye kirin.
Di daxuyaniya xwe ya nivîskî de Yehya Resûl got: “Hêzên Koalîsyonê bi balafirên şer ên ku ji aliyê sînor ve dihatin êrîşek hovane pêk anîn û çeperên yekîneyên ewlekariya Iraqê (Haşdî Şabî) li başûrê Babîlê kirin hedef”.
Resûl êrîşa ku di encamê de kujtî û birîndar çêbûne Haşdî Şabî wek “êrîşek ne rewa û neberpirsiyarî” bi nav kir.
Resûl got:
“Ev (êrîş) wê Iraq û hemû herêmê jî bikşîne nav nakokî, şer û encamên xeternak. Em hêzên koalîsyona navnetewî ji encamên ku wê piştî vê êrîşa hovane biqewimin bi tevahî berpirsiyar dibînin. Koalîsyona navnetewî ya ji bo têkoşîna li dijî DEAŞê bandorek wê heye. Ev şande di çarçoveya şandek taybet û dijminekî hevbeş de kar dike. Ev êrîş ji bo wê şandê binpêkirinek metirsîdar e û Iraq wê tedbîrên qanûnî û dîplomatîk ên guncaw ji bo piştrastkirin û paraztina ewlekarî û serweriya xwe bigire”.
Haşdî Şabî ragihandibû ku di encama êrişa mûşekî ya li ser lîwaya 47 a bajarê Babilê teqînek çêbûye û di encamê de kujtî û birîndar hene.