Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Kerîm Şingalî peyameke sersaxiyê belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Wezîrê berê yê Navxwe û serkirdeyê navdar ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kerîm Şingalî, peyameke sersaxiyê belav kir û xemgîniya xwe ya kûr anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Hezîranê di peyama xwe de ragihand: “Kak Kerîm Şingalî di hemû qonaxên têkoşîna gelê Kurdistanê de, Pêşmergeyekî wêrek û bêwestan, têkoşerekî naskirî û kesayetiyeke niştimanperwer bû. Di hemû erk û berpirsiyariyên xwe de, bi dilsozî û jêhatîbûneke mezin karên xwe bicih dianî û kesekî wefadar û cihê baweriyê bû.”
Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî wiha got: “Em sersaxiyê li malbata wî ya birêz û hemû kesûkar, dost û hevalên wî yên di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê de dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê jî bide me hemûyan.”