Civak

Mesrûr Barzanî: Em rêzdarî şehîdên Qaladiza bi bîrtînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê şehîdên bombekirina Qeladizê û raperîn û xwepêşandana Qeladizê bibîr anîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Nîsanê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Di 51emîn salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û 43emîn salvegera gulebarankirina raperîn û xwepêşandana Qeladizê ji aliyê rejîma Beisê ve, em serî rêz bo giyanê pak ê şehîdên herdu karesatan ditewînin û wan bi şikomendî bi bîr tînin.”

Back to top button