Polîtîk

ENKS civîneke giştî li Qamişlo li dar xist

 Encûmena Niştîmanî ya Kurdî “ENKS” civîneke giştî bi amadebûna endaman ji Hemû deverên Rojavayê Kurdistanê li nivîsgeha PDK-S li Qamişlo li dar xist.

Mijara sereke ya civînê Konfiransa yekrêzî û yekhelweta Kurdî bû, ku biryar e roja Şemiya bê were lidarxistin.

Di vê derbarê de serkirdeyê ENKS Silêman Oso di daxuyaniyekê de got, ku ew bi viyaneke xurt kar dikin ji bo serxistina konfiransê û dibînin ku di dîroka Rojavayê Kurdistanê de, ev konfiransekî dîrokî ye.

Oso got jî: “Piştî hilweşandina Esed em ketin qonaxeke din, qonaxa ku em çawa karibin destkeftên miletê xwe bi cî bikin di destûra Sûrî de”. 

*Konfiransa Yekrêziya Kurdî

Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî roja Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Konfiransa yekrêzî û yekhelwêsta Kurdî dê 26ê Nîsanê were lidarxistin.

Serokatiya ENKS got ku ev destkeft weke derbirîn ji viyana miletê Kurd re, û encama hewlên berdewam ji xebatkaran hat û piştgiriya bira û hevalan “bi taybet cenabê Serok Barzanî”.

Back to top button