Mesrûr Barzanî: Em hewl didin da ku di zûtirîn dem de kabîneya hikûmeta Herêmê pêk bê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî serdana Bexdayê kir û di vê serdana xwe de ji bo vakirina kabineya nû ya Iraqê û herweha ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û hewlêrê de komek hevdîtin kirin. Li gel serokwezîrê Iraqê û gelek berpirsên dewleta Iraqê re civiya..
Mesrûr Barzanî û Amirî tekezî li ser hevahengiya aliyan ji bo çareserkirina kêşeyan dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir, tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kirin ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha rêzgirtina li destûrê û prensîbên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihevkirinê.
Di berdewamiya civînên xwe yên li Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23ê Gulana 2026an, danê êvarê ligel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî civiya.
Li gorî daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgoyek derbarê proseya siyasî, rewşa giştî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.
Herwiha tekezî li ser giringiya bihêzkirina hevtêgihiştin, hevkarî û hevahengiya navbera Herêma Kurdistanê û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin, ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha rêzgirtina li destûrê û prensîpên hevbeşiya rastîn, hevsengî û lihevkirinê.
Mesrûr Barzanî û Ebadî çaksaziyên Hikûmeta Herêmê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e hikûmeta federal, bi awayekî dadperwerane û wekhev, xizmeta hemû welatî û pêkhateyên welat bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de derbarê proseya siyasî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de danûstandina bîr û raman hat kirin. Herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e hikûmeta federal, bi awayekî dadperwerane û wekhev, xizmeta hemû welatî û pêkhateyên welat bike.
Di beşeke din a guftûgoyan de, ronahî hate xistin ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sektorên cuda de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Muhsin Mendelawî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Muhsin Mendelawî tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş a navbera partî û aliyên siyasî yên Iraqê ligel Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulana 2026an, danê êvarê ligel Serokê Hevpeymaniya Esas a Iraqî Muhsin Mendelawî civiya.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş a navbera partî û aliyên siyasî yên Iraqê ligel Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyan û derbaskirina astengan hat kirin.
Mesrûr Barzanî û Ebdulhusên Mûsewî tekezî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya destûrê dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymaniya “Nehca Niştimanî” Ebdulhusên Mûsewî civiya.
Di civînê de, derbarê proseyeka siyasî ya Iraqê û pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de gotûbêj hatin kirin, bi mebesta çareserkirina kêşeyan û xizmetkirina zêdetir a welatiyan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha pîrozbahiya destbikarbûna wekî Wezîrê nû yê Tenduristiyê yê Federal li Ebdulhusên El-Mûsewî kir.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê, rêzgirtina li destûrê û mafên hemû pêkhateyan kirin.
Serokwezirê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li Koşka Serokatiya Hikûmetê li Bexdayê civiyan.
Di civînê de Mesrûr Barzanî tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike, ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hemberî Bexdayê bicih anîne, lewma divê di berdêla vê de, mafên wê yên destûrî bêyî astengî werin dabînkirin.
Herwiha di civînê de kêşeyên sereke yên di navbera her du hikûmetan de tên gotûbêjkirin. Mijareke din a giring a rojevê, proseya temamkirina kabîneya Serokwezîr Alî Zeydî ye; ji ber ku hîn 9 wezîrên hikûmeta wî dengê baweriyê ji parlamenê wernegirtine û kabîne nehatiye temamkirin.
Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê wê du rojan berdewam bike. Di vê çarçoveyê de Mesrûr Barzanî wê bi gelek serkirde û berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive:
– Di roja yekem de: Serokwezîr bi Heybet Helbûsî, Fayeq Zêdan, Musenna Sameraî, Mihemmed Helbûsî, Hadî Amirî, Heyder Ebadî, Falih Feyaz û Ehmed Esedî re dicive.
– Di roja duyem de: Hevdîtinên li gel Xemîs Xencer, Qasim Arecî, Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî, Qeys Xezelî, Adil Ebdulmehdî, Humam Hemûdî, Esed Îdanî û Eyad Elawî di bernameyê de ne.
Ji bilî mijarên navxweyî, di van hevdîtinan de wê rewşa navçeyê û geşedanên dawî yên siyasî werin nirxandin. Ev serdana Mesrûr Barzanî wekî nîşaneya “niyazpakiyê” ya Herêma Kurdistanê tê dîtin da ku hemû pirsgirêkên heyî li ser bingeha destûrê û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Mesruru Barzanî û serokê Parlementoya Iraqê civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya li Bexdayê de, îro Şemiyê (23.05.2026) li gel Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de giranî hate ser rola parlamenê wekî saziyeke girîng a qanûndanerînê. Her du alî hevnêrîn bûn ku divê parlamen di xizmetkirina hemû pêkhateyên Iraqê û dîtina çareseriyan de roleke aktîf bilîze.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî û Heybet Helbûsî li ser pêwîstiya çareserkirina hemû kêşeyên hilpesartî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevnêrîn bûn.
Di vê derbarê de tekezî li ser girîngiya amadekirin û pesendkirina hejmarek projeyasayên nîştimanî hat kirin ku mafên hemû pêkhateyan biparêzin; ev yek jî li ser bingeha rêzgirtina li sîstema federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê be.


