Cîhan

Tehran û Washington nêzîkî rêkeftina agirbestê dibin!

Tehran û Washington nêzîkî rêkeftina agirbestê dibin; Pêşnûmeyek ji 14 xalan tê amadekirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beğayî di hevpeyvînek televîzyonî de bi ajansa nûçeyan a IRNA re got ku danûstandina nameyan di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de berdewam dike û Pakistan wekî “mijara navendî ya hevdîtinan” roleke sereke dilîze.

Beğayî got ku ew niha pêşnûmeyek ji 14 xalan dinirxînin û temam dikin, ku tê de agirbestek li hemû eniyan (bi taybetî li Lubnanê), bidawîkirina cezayên deryayî yên Amerîkî û berdana fonên astengkirî yên Îranê hene.

Wî got, “Pêşîniya me tenê rawestandina êrîşan e. Pirsgirêka navokî wekî hincetek ji bo şer hatiye bikar anîn, lê em ê niha li ser vê yekê nîqaş nekin heya ku peyman neyê îmzekirin.”

Li ser ewlehiya deryayî û Tengava Hormuzê, Beğayî got ku herêm “ti têkiliya wê bi Dewletên Yekbûyî re tune” û tenê Îran û Oman, wekî du dewletên peravê, berpirsiyarê parastina wê ne. Wî got ku nearamiya li ser rêyê encama “reftarên dijwar ên Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê” bû.

Di vê navberê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel CBSê geşbîniya xwe ya li ser gihîştina rêkeftinekê anî ziman û got, “Gotûbêjên me ber bi dawiyê ve diçin û em pir nêzîkî bidawîanîna şer in.

Lê Trump hişyarî da, “Ez ê tenê dema ku em her tiştê ku em dixwazin bi dest bixin, peymanê îmze bikim. Divê peyman bi tevahî rê li ber Îranê bigire ku çekên navokî bi dest bixe, wekî din min ê li ser peymanê neaxivîya.

Tehranê pêşniyar kiriye ku mijarên din ên nakok di nav 30 heta 60 rojan de piştî îmzekirina reşnivîsê û agirbestê werin nîqaşkirin.

Back to top button