Civak

Mesîhî destxweşiyê li serokê Kurdistanê dikin

Em; nûnerên Desteya Rêvebirîya Civaka Krîstiyanên Afrîkaya Başûr bi fermî didin zanîn, ku cenabê we alîkarîyek çalak û bi nirx pêşkêşî malbatên penaberên Krîsityana dikin.

Ew malbat ji Iraqê direvin û berê xwe didin Kurdistanê, ji ber ku ew kurdistanê ji xwe re cihekî bi ewle dibînin û ev jî, ji ber başîya desthilatdarîya we û serokatîya we yên rêzdar e.

Em destxweşîyê li we yên rêzdar dikin, ji ber ku we seqayê aştîyê çê kiriye û we xelkên ji olên cur bi cur li herêma Kurdistanê hembêz kiriye.
Herweha, em gelek spasîya we dikin, ji ber ku we di mehên Îylûlê û Çirîya yekem de mêvandarîya me kir.

Derek Stone
Ji Civaka Kenişta Maransa

Back to top button