Kultur
Hirorî:Divê kurdî di her warê jîyanê de bête bikar anîn.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û pisporê ziman Newzad Hirorî gengeşeyên li ser zimanê Kurdî ya li Tirkîyê, bi çavê zimanzanekî dinirxîne.
Hirorî dibêje, divê li herêmên Kurdan, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û dewleta Tirk mesrefê bo wî bike ku Kurdî li her warê jîyanê de bête bikar anîn.
Newzad Hirorî lêzêde dike û dibêje, pêngavên ku ji alîyê hikûmeta ve têne avêtin erênî ne, lê divê hikmet gavên girîngtir û mezintir bavêje.
Birêz Hirorî, ku di heman demê de rêvebirê giştî yê Kitêbxaneya Kurdî ya Swêdê ye, bang li hemî Kuran dike û peywendî ligel pirtûkxaneyê bikin û berhemên wê bikar bînin.