Mam Celal îdama Habîbulla Latîfiyê da sekinandin
Hewldanên Serok Dewletê Iraqê Celal Talabanî encam da û Rejîma Îslamî ya Îranê îdamkirina xortê Kurd yê bi navê Hebîbûlla Latîfî da sekinandin.
Gelek kes li benda Rejîma Îslamî ya Îranê bûn ku îro bi danê sibê deliqandina xortê Kurd Habîbûlla Latîfî pêk were.
Li seranserê Kurdistan û li dinyayê alîgirên mafên mirovan kampanyayê da bûn destpêkirin. Serok Dewletê Iraqê ji ber sekinandina înfaza Xortê Kurd Habibûlla Latîfî ketîbû devreyê û hewldanên wî encamên erênî da .
Malbata Latîfî îro bi danê sibê ji aliyê rêveberên Îranê ve li ser paş avêtina îdama Habîbuûlla Latifî hatin agahdarkirin û piştî wê xeberê malbata Latîfî kêyfxweş bûn. Malbat ji ber hewldanên Mam Celal sipasiyên xwe pêşkeş kirin.
Mam Celal Peymana Rakirina Îdamên Nawneteweyî re îmza avêtîbû û ji berê jî li Îranê pêşiya îdamkirina gelek xortên Kurd girtîbû.