Polîtîk

Mertala Afrandinê yê KWEyê pêşkêşî serok Barzanî hate kirin

Îro Emro Mûsa sekreterê giştî yê Komkara Welatên Erebî (KWE) li baregeha xwe a li bajarê Qahîreya paytexta Misrê di merasîmekê de rola niştimanî a serok Barzanî û hewlên wî yên cidî û hertimî ji bo xurtkirina aramî, ewlekarî û pêşxistina gelên Iraqê, nemaze gelê kurd, bilind nirxand û bi heman munasebetê Mertala Dahênanê ya komkarê pêşkêşî Mesûd Baranî kir.

Di merasîmê de Ehmed Bin Hillî cîgirê sekreterê giştî yê Komkara Welatên Erebî, wezîrê veberhênanê yê Misrê û hin mêvanên din amade bûn.

Ji aliyê Iraqê ve jî Nizar Xeyrulla balyozê Iraqê yê li Qahîreyê, Qeys Ezawî nûnerê Iraqê yê li Komkara Welatên Erebî, Yasîn Reuf nûnerê YNK’ê yê li Qahîreyê, Kawe Mehmûd wezîrê kulturê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê  , Felah Mistefa berpirsê fermangeha peyweniyên derve yê herêma Kurdistanê û çend berpirsên din amade bûn.

Di merasîmê de serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û rola erênî a Komkara Welatên  Erebî di xurtkirina hevbeşiya navbera ereban de, piştevanîkirina gelên Iraq û gelê kurd û aramiya nişîmanî a Iraqê de bilind nirxand.

 

pukmedia

Back to top button