CivakRojev

Mehmud Al

MEHMÛD  AL JIYANA XWE JI DEST DA…

Mehmud Al, endamê DDKO ya Stenbolê û yek ji rêvebirên PDK-KUKê bû û heta dawîya jîyana xwe jî wek kesayetîyek welatperwer di civata Kurd de xwedî helwesta neteweyî bû.

Min ev di sala 1970yî de li Stenbolê nas kir. Ew di nav pêvajoyê de  bû dostekî min ê gelek baş. Dema ew li Diyarbekîrê Eczacî bû, pêwendiyên me hebûn. Em piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 18980yî li Rojavayê Kurdistanê û li Şamê, Li Stockholmê jî bi hev re man. Em bi hev re beşdarî gelek civînan bûn. Me bi hev re xebatên hevbeş meşandin.

Mehmûd Al Eczacî bû û li Bakurê Kurdistanê û di nav refên KUKê de jî bi navê Eczacî dihat nasîn. Mehmûd Al di sibata sala 1978an de bi çend hevalên xwe re başdarî nava refên KUKê bû û wî bi xebat û helwesta xwe çalakî û xebata KUKê ya welatperwerî bihêztir û geştir kir.

Mehmûd Al wek gelek hevalên xwe, ew jî piştî darbeya leşkerî ya 1980 derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Piştî demek dirêj, ji Surîyeyê derket û wek penaber hate Swêdê, li Stockholmê bi cîh bû.

Mehmûd Al, di civata bakurê Kurdistanê de kesayetîyek dihat hezkirin. Mirovekî civatî û Kurdistanî bû û di nav refên welatperweran de kesayetîyek hêja dihat naskirin.

Mehmûd Al, betiya nexweşiya korıonye (pandemiyê) hat li Diyarbekîrê xanî kirî. Biryar da ku dema xwe zêdetir li Kurdistanê derbas bike. Ev biryara wî, ez, hemû dostên wî, kurdperwer kêfxweş kirin. Dema li Diyarbekîrê bû, me bi hev re roj û demên xweş derbas kir. Dîsa derfeta me bû ku em rojên bihûrî bibîrbînin.

Hezar mixabin pandemî bû asteng ku bê Kurdistanê. Di wê navberê de nexweş bû û jiyana xwe ji dest da.

Mehmûd Al, li Stockholmê bi nexweşîya penceşêrê ket û demek dirêj dijî vê nexweşîya kambax li berxwe da; lê mixabin di 2/3/2022 an de li Stockholmê jîyana xwe ji dest da û beşdarî kerwanê pakrewanên Kurdistanê bû. Ruhê wî şad û Goristana wî Gulistan be.

Ez gelek xemgîn im.

Diyarbekîr, 04. 03. 2022

Îbrahim Guçlu

Back to top button