PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransa, rewşa Iraqê guftûgo kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî di dema hevdîtineke li gel birêz Éric Chevalier Balyozê Fransa li Iraqê tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê bi guftûgo û li ser bingeha destûrê kirin.

Li hevdîtinê de behsa peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û derfetên pêşxistina bi alîkariya hevbeşa di navbera wan kirin. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî pesnê Herêma Kurdistanê ya rola Fransa û girîngîdana bi Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş da dûpatkirin.

Metirsiyên Da’îş û zêdebûna kirdarên terorîstiyên wan çi li Iraq û çi li Sûriye ku gefeke ciddiye li ser aştî û aramiyê, mijareke dinê hevdîtinê bû. Têda her du alî tekez li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexda û piştgîriya civaka navdewletî ya rêgirtina li serhildana Da’îşê kirin.

Rewşa Êzdiyan û berbestên wê yên li ber avadankirina Şingalê, qeyrana siyasiya Iraqê ya li piştî hilbijartinan, biryarên Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê di derbarê proseya siyasî li Iraqê û kerta neft û gaz li Herêma Kurdistanê, rewşa navxweyî û girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasiyên Kurdistanê li Bexda, rewşa Sûriye û pêşhatên dawî yên li Ukrayna, çend aliyeke dinê hevdîtinê bûn ku şeva derbasbûyî bi amadebûna birêz Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê birêveçû.

Back to top button