Li Iraqê hûndirê sîstema federal vala dibe
Hezar mixabin ji bona ku ereb û bi taybetî jî erebên nîjadperest, ji federalîzmê û ji demokrasiyê re ne amade bûn. Loma jî her dem xwestin ku sîstema federal ji holê rakin.
Îbrahîm GUÇLU
Li Kurdistanê her dem bûyerên gelek girîng û dîrokî pêk tên.
LI IRAQÊ BIRYARÊN LI DIJÎ SÎSTEMA FEDERAL…
Dewleta Federal, dewleta du neteweyan û an jî zêdetir neteweyan e. Dewleta Iraqê jî dewleteke federal e. Dewleta neteweya kurd û ereban û neteweyên din yên ne xwediyê welat in.
Dewleta Federal ya Iraqê, encama têkoşîneke dûrûdirêj a neteweyî û demokratîk ava bû.
Pêvajoya Dewlet Federal ya Iraqê di sala 1958an de dest pêkir. Wek tê zanîn Abdûlkerîm Kasim di sala 1958an de desthilatdarî girt destê xwe. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî li Yekîtiya Sovyetan penaber bûn. Desthilatdariya Iraqê ji bona ku Dewleta Iraqê ji nûve ava bibe, mecbûrî kurdan bû. Loma jî Serok Mele Mistefa Barzanî vexwendina Iraqê kir. Beriya ku Serok Barzanî hate vexwendin Iraqê, di derbarê wî de cizaya dardekirinê heb, di derbarê wî de cizaya dardekirinê hebû.
Serok Mele Mistefa Barzanî piştî ku vegeriya Iraqê, makezagoneke nû hat pejirandin. Di makezagonê hat pejirandin ku Dewleta Iraqê ji du neteweyan (neteweya kurd û ereb) pêk tê û li Iraqê du ziman (zimanê kurdî û zimanê erebî) zimanê fermî ye. Wê demê derî ji federalbûna Iraqê vebû.
Hezar mixabin vê pêvajoyê erenî dirêj najot. Loma jî Îlona sala 1961an de Şoreşa Neteweyî ya Kurdan dest pê kir. Di sala 1970yî de destilatdariya Iraqê û Baasê, mecbûr ku bi Serok Barzanî û PDKê re peymana Otonomiyê erê û îmza bike. Bi avabûna Otonomiya, ji bona Dewleta Federal ya Iraqê gaveke diyardar hat avêtin.
Lê jiyana Dewleta Iraqê ya otonom dom nekir. Di sala 1974an de encama êrîşa Dîktatoriya Baasê, şer derket. Di sala 1975an de sîstema nû ya ne-merkezî xirab bû û Otonomiya Kurdistanê têk çû.
Lê li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê şer ranewestiya. Ev şera piştî îsgala Kûweytê ji aliyê Dewleta Iraqê ve hat qonaxeke nû. Li Kurdistanê Herêmeke azad ava bû. Di sala 1992 de kurdan, Dewleta Iraqê wek dewleta federal diyar kirin û gorî pîvanên federalî li Kurdistanê jiyana siyasî, aborî hat meşandin.
Di sala 2005an de jî encama refêrandumê gel, Dewleta Federal ya Iraqê bi makezagoneke nû ava bû.
Xebat û têkoşîna neteweya kurd, di avakirina Dewleta Federai ya Iraqê de xwediyê rolekî gelek girîng û tayînkirî ye.
Hezar mixabin ji bona ku ereb û bi taybetî jî erebên nîjadperest, ji federalîzmê û ji demokrasiyê re ne amade bûn. Loma jî her dem xwestin ku sîstema federal ji holê rakin. Loma jî xwestin ku gav bi gav sîstema federal ji holê rakin. Ji bona vê jî, di nav pêvajoyê de 58 xalên makezagona federal binpê kirin.
Dema ku Serokê Kurdistanê, PDKê, Kurdistaniyan dîtin ku ev rewşa xeter e, wê demê ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê xebat kirin. Di Îlona 2017an de refêrandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Encama refêrandûmê gelek baş û pîroz û dîrokî bû. Kurdistaniyan ji bona dewleta serbixwe û konfederal biryar dan.
Lê ev biryara dîrokî û demokratîk bû sedema êrîşa tîfaqeke gelek xûrt. Di ancamê de Kerkuk û gelek deverên din jî hatin îşgal kirin. Dewleta Êmerîka û Ewrûpayê ji biryara xwe re xwedî derneketin. Ji êrîşan re bes çavên xwe negirtin û piştgirî kirin.
Tîfaqa dijmina ji bona ku tevayî sîstema federal ji holê rabe li hemberî Hewlerê êrîşkeke mezin û organîzekirî, dest pê kir. Dijminên Kurdan li Pirdê şikest xwarin.
Lê dîsa jî, ji bona ku hûndirê sîstema federal bê vala kirin, hewildanan domand.
Di van demê dawî de du biryarê Dadgeha Federal ya Makezagonê wesîkeya vê helwestê bû.
Bi taybetî jî biryara di derbarê gaz û petrola Kurdistanê de, gelek xeter û raste rast li dijî sîstema federal û Dewleta Federa ya Kurdistanê ye û netewya kr .
Hîç şik tune ye ku desthilatdariya Kurdistanê ev biryara gelkek xeter dît û gorî wê biryar bide ku tevbigere.
Li hemberî ev biryara Dadgeha Federal ya Iraqê dûşem 28.02.2022 bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, her çar serokayetî, Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Parlemena Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê civiyan.
Di civînê de biryara Dadgeha Federaliya Iraqê ya li rêkefta 15.02.2022 ya di derbarê yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin. Li vî derbarî de beşdarbûyên civînê tekez dikin ku biryara Dadgeha Bilinda Federalî nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bi cîh kirina mafên xwe yên destûrî berdewam dibê û bi tu awayek dest ji maf û desthilatên xwe yên destûrî hilnagrê û hemû rêyeke yasayî û destûrî li ber digre bo ku maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê biparêze, ji ber van sedemên xwarê:
“1- Biryara Dadgeha Bilinda Federalî berevajiya naverok û tekst û giyan û bingeha rasteqîneyên sîstema federaliye û binpêkirineke zelal û eşkere ya maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistane.
“2- Biryara dadgehê bi awayeke neraste rast hemwarkirineke nedestûriya destûre, ji ber ku bûye sedema jê standina desthilata destûriya herêman û bexşîna bi desthilata federalî ku eve jî netebaye li gel desthilata Dadgeha Federalî û paşve vegerana ji sîstema federaliye.
“3- Dadgeh li biryara xwe de pişt bi yasayên salên 1976 û 1985ê Iraqê ve girêdaye ku yasaya navendîne û li gel bingehên destûra sala 2005 ê Iraqa nû de nakoke ku sîstema hukim li Iraqê ji navendî ve ji bo sîstemeke federalî guheriye û bi rûnî desthilatên Herêmê û parêzgehan û desthilata federalî dabeş kiriye.
“4- Li gor Herêma Kurdistanê ev biryar ji bilî wê yekê binpêkirina destûr û sîstema federaliye, li heman demê de wiha bawere meremeke taybetî li pişte û bê alî nîne, bi taybetî jî ku Iraq bi rewşeke gelek hestiyar û aloza siyasî da derbas dibe û aliyên siyasî mijûlî guftûgoyê ne ji bo hevdû têgihiştin û peydakirina çareseriyek ji bo derketina ji çeqbestî û binbestiya siyasî, ev biryar rewşê aloztir dike.
“5- Dûpat dikîn ku peyman û girêbestên neftî yên Herêma Kurdistanê bi palpiştiya bi yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê û deqê maddeya (112)ê destûra Iraqê hatine encamdan, eve jî di demek daye desthilatên federalî piştî derbasbûna (17) salan nekarîne erkê xwe yê yasayî bi cîh bikin bi danîna yasayek ji bo neft gaz li Iraqê, ji bilî destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê li sala 2007 û peşîmanbûna Hikûmeta wê demê ya federal li wê reşnûsa hevbeşa yasaya neft û gaz ku rêkeftin li ser hatibû kirin.
“6- Bi girîng dizanîn Dadgeha Bilinda Federalî bi yasayeke nû û li gor hukmên maddeya (92) ya destûr pêkbê û erkên xwe li gor destûr bi cîh bike, her wiha ew hemû sazî û damezraweyên destûrî jî li gor destûrê yasa ji bo wan derbikevê û pêkbên ku mîsogeriya pêkanîn û bercestekirina sîstema federalîne.
“Bi vê navê da Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel hemû aliyên siyasî yên navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê û civaka navdewletî berdewam dibê ji bo li ber girtina her rêkareke ji bo parêzgarîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Her wiha Parlemena Kurdistanê rêkarên yasayî û destûrî yên pêwîst li ber digre û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê li pêgeha xwe ya destûrî de berdewam dibê li gel navendên dadweriyên Iraqê da ji bo dakokîkirina li ser destûrîbûna mafên Herêma Kurdistanê.
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wekî herdem li ser bingeha destûrê amadeyê çareserkirina kêşeyane û berdewam dibê li guftûgoyên binyatnerane li gel Hikûmeta Federalî, dostên Iraqê û civaka navdewletî jî piştgîriyê li çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dikin.”
Diyarbekîr, 04. 03. 2022