CivakRojev

PKK li Silêmaniyê bûyerên binpê kirinên mezin amade dike

PKKê li bajarê Silêmaniyê dest bi tevgerê kiriye û bangevaziyê ji endamên xwe yên li wî bajarî dike. Endamekî encûmena parêzgeha Silêmaniyê yê ser bi fraksiyona YNKê jî daxwaz dike her tevgerekî ne asayî be divê pêşî lê bê girtin.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, sibe 04.03.2022yê PKK li bajarê Silêmaniyê bi minibüs û otomobîlên rêwiyan ên taybet ve û bi dirûşmên xwe ve endamên xwe dê li sînorê Berdeqareman kom bike û beşek ji otomobîlên rêwiyan jî dê li Baxê Giştî ya Silêmaniyê li hember Otêl Pallas rabin. Ji naha ve al û dirûşmên PKKê anîne cîhekî nêzîk wî cîhî û biryare sibe endamên xwe bi meşekî ve ji Siholeke heta Pallas bi meş bibe û dirûşmên piştevaniya PKKê ve meşekî li dar bixin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, serpereştyariya wê tevgera PKKê dê ji aliye endama PKKê ya li Silêmaniyê Jîno Mihemed ve bê birêve birin.

Vê derbarê de endamê encûmena parêzgeha Silêmaniyê yê ser bi fraksiyona YNKê Mihemed Resûl Murad ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her karekî bê kirin, ku bibe sedemê binpê kirinan divê rêgirî lê bê kirin. Ji bo vê mijara tevgera PKKê jî em jê ne agahdar in û mixabin. Divê dest ji xelkê berdin ku kar û kasibiya xwe bikin. Divê aramî ji bo bazara bajar bê dabîn kirin, nabe vî xelkî bi hin tiştan ve mijûl bikin.’’

Di heman derbarê de endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Ehmed Pîrot jî ji BasNewsê re ragehand: Divê YNK bersiva vê yekê bide, lê tirsa min heye û ez naveşêrim, eger PKK vê çalakiyê ranewestîne, dibe ku YNK bi hêz wê ragire. Wê demê jî dê alozî çêbin û dibe ku ew bandorê li hewsengî û guhertinên navçeyê jî bike. Ji ber bere YNKê asankarî bo PKKê dikir, lê naha YNK dibe ku wê siyasetê biguhere, ji ber wê jî berî ku ew alozî derkevin, divê çareseriya vê pirse bê kirin. Yekem care PKK bi aşkera minibüs û servîsan ji bo xelkê digre û wan bibe derveyî bajarê Silêmaniyê.’’

Li gor çavdêr dibêjin ev pêngava PKKê destpêka destpê kirina aloziyekî nû ye di navbera wê û YNKê de, bi taybet jî çalakiyekî waha li Silêmaniyê dê bibe tiliya xwe xistina çavê YNKê de ye.

Back to top button