Medya Derewa behsa çi dike?

PKK wek stratejiyek bingehîn şerê PDKê û vê yekê ve girêdayî şerê xeta netewî ya ku Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve dibe dike. Cardin herî dawî di malpera PKKê ANFê de, di derbarê Şingalê de nûçeyek weşandiye û dibêje ku; Nûnerên Êzidiyan peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê nirxandin û peyman weke “Peymana sûcdaran û xayinan” bi nav kirin. Nûneran diyar kirin ku peyman dewama fermana 73’an e.
Ji bo tenê derewên PKKê bêne eşkere kirin û propaganda wan a reş li ser derewan hatî avakirin bê eşkerekirin, li ser vê nûçeyê nirxandinek pêwist e.
Ji berî her tiştekî çewe ANF dibêje ev li hevhatina di derbarê Şingalê de ne navbera PDKê û hukumeta Iraqê de hatiye îmzekirin. Ofisa serokwezîrê Iraqê ji bo vê li hevhatinê daxûyaniya xwe de dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser mijara Şingalê li hev kirin û ew rêkeftin li ser herdu astên rêveberî û ewlehî ye û dawiyê li desthilata gurûpên çekdar tîne.
Ji bilî PDKê partiyên din wek YNKê, Goran û aliyên din jî di hukumeta Kurdistanê de cig digrin. Lê medya PKKê êrîşê PDK dike û tenê li dijê wan propagandeya derew rêve dibe.
ANF beşek din a nûçeya xwe de dibêje: Piştî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê Êzidiyan hêzên xwe yên xweparastinê YBŞ û YPJ-Şengal ragihandibûn û ketibûn nava pêvajoya sazîbûnê. Piştî berxwedaneke mezin, di Mijdara 2015’an de navenda bajarê Şengalê ji DAÎŞ’ê hatibû paqijkirin.Hêzên PDK’ê ku piştre hatibûn herêmê, beşek ji bajêr kontrol kiribûn. HPG û YBŞ’ê ji bo pêşî li şerekî navbera Kurdan bigirin, dengê xwe li vegera pêşmergeyên PDK’ê nekiribûn.
Cîhan hemû dizanê ku Pêşşmerge bi fermandariya serok Mesud Barzanî de piştî şerek mezin Şingal ji çeteyên DAÎŞê pakij kirin û herweha Mesud Barzanî li Çiyayê Şingalê konferansek çapemeniyê li darxist û azadkirina Şingalê ji Cîhanê re eşkere kir. Ev yek bi xwe derewên PKKê dertêxe holê.
Beşek din a nûçeya xwe de ANF dibêje: Di Cotmeha 2017’an de piştî referandûma PDK’ê, dema ku Iraqê hêzên xwe û Heşdî Şabî veguhast herêmê, pêşmergeyên PDK’ê careke din ji herêmê reviya bûn. Piştî çend mehan jî di encama lihevkirina hikumeta navendî ya Iraqê û Meclîsa Xweser a Şengalê de YBŞ bi rengekî fermî weke parçeyek ji artêşa Iraqê hatibû qebûlkirin.
Cardin cîhan hemû dizanê ku, referanduma serxwebûna Kurdistanê, bi biryara serokê herêma Kurdistanê û herweha bi biryara parlementoya Kurdistanê hate li darxistin. Ew ne referanduma PDKê bû. Lê PDKê bi hijkirina serxwebûna Kurdistanê bi hemû awayî pişgiriya referandumê dikir. Kurdan jî bi %92ê bersiva dewletnexwaza hemûyê da.
Raste dema piştî referandumê, hukumeta Bexdayê li gel milisên Îranî û Heşda Şeibî êrîşên Kurdistanê kirin, 16ê Cotmehê bû rûpelek a xiyanetê di dîroka firotina axa Kurdistanê de. Di vê demê çekdarên PKKê jî li gel milîsên Şîe û xwe firoşan êrîşê pêşmegeyen Kurdistanê kirin. Cardin Serok Barzanî li gel Pêşmergeyên Kurdistanê li dijê dagirker û xiyanetê destanek din a berxwedanê nivîsîn.
Herweha dema Kerkûk ji aliyê xayina ve ji bo Îranê û heşda Şeibî hate valekirin, îmzeya berpirsên PKKê jî li gel xayinên 16ê Cotmehê hebû. Pêşmergeyên girêdayê PDKê û hinek aliyên din wek Pêşmergeyên Roj û gelek pêşmergeyên xwebexşê ji beşên din yên Kurdistanê, li Pirde bi xwîna sedan pêşmerge axa Kurdistanê parastin.
Sihêla û Pirde plan û leyiztikên dakirker û sixûrên wan têkbirin.
Dema çekdarên PKKê xaka Kurdistanê û Şingal pêşkêşî Milîsên Şîe kirin , bê deng bûn.
Di nûçeya ANFê de rastiyek tenê heye, ew jî rastiya YBŞê ye. YBŞê miaşên xwe ji Heşda Şeibê werdigirtan û di bin fermana wan de kar dikirin . YBŞ beşek ji milisên Heşda Şeibî bûn.
Îro li hevhatina hukumeta Kurdistan û Iraqê di derbarê Şingalê de gavek gelek pîroze û destpêke ka cihbicihkirina madeya 140ê ye jî.
Ji bo çi PKK ji destkevtiyên Kurdistanî û netewî acize? Eger kurdek nikaribe bersiva vê pirsê bide, bila ji daxwaziyên xwe yên netewî û kurdeyatiya xwe bikeve şikê.
Nûçe/Analîz
Rojevakurd