CîhanRojev

Cook: Divê Washington balyozxaneya Bexda radestî Iraqiyan bike

Nivîskar Steven A. Cook li kovara Foreign Policy ya Amerîkî babeteke li ser pirsa girtina Balyozxaneya Amerîka li Bexda belav kiriye û tekez dike ku pêwîste Washington balyozxaneya xwe bigre û radestî Zanîngeha Bexdayê bike, hîç pêwîstî bi wî bajarê mezin nîne û pêwîste li cîheke dinê Bexda balyozxaneyeke asayî çêbike, yan balyozxaneya berê yê Amerîka werbigrê ku niha avahiya Wezareta Derveya Iraqe.

Nivîskar Cook li babetê de nivîsiye berî du heftiyan Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo gefa girtina balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê kir, eve jî li beranber êrîşên berdewam yên mîlîşiyayan û bi armancgirtina balyozxaneyê û nekarîna parastina wê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve û nemana hîç bijareyeke ji bo Amerîka heta balyozxaneyê biparêze, ji bo wê yekê dest bi gefkirina Bexdayê kiriye. Her çende guvaşa girtina balyozxaneyê bi mebesta siyasî û dîplomasiye, lê belê li rastiyê da bi kirdarî pêwîste Amerîka balyozxaneya xwe bigre. Eve hizreke gelek baş dibê û Iraqî jî li gel Amerîka aşt dibin.

Her wiha nivîskar dide zanîn ku balyozxaneya Amerîka komelgeheke mezine û 20 avahî û şeş komelgehên nîştecîhbûnê têda heye, eve ji bilî li amrazên bîhnvedan û xweşguzeraniya karmendên cûda cûda ku cihê 16 hezar kesan têda heye ku dikarin têda bijîn. Heta niha jî beşeke balyozxaneyê temam nebuye û 750 milyon dolarên din ji bo wê hatiye terxankirin heta avahiyên nîştecîhbûnê bêne temam kirin. Eve jî wekî bajarê Disneyland ya Amerîka ye, bi tevahî têda zêdeçûn hatiye kirin.

Back to top button