PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê li gel Mîrê Kuweytê civiya

Berî nîvroya îro sêşem 13/10/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka El Beyan ya li Kuweytê, li gel birêz Şêx Newaf El Ehmed El Sabah Mîrê Kuweytê civiya.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî dûbare bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pirse û serxweşiyê li Mîr û gel û Hikûmeta Kuweytê kir û hevxemî û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê ji bo ji destdana xwedê jêrazî Mîrê berê yê Kuweytê derbirî. Her wiha pîrozbahiya destbikarbûnê li Mîrê nû kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û pêşketina Kuweytê xwest. Ji aliyê xwe ve birêz Mîrê Kuweytê jî spasî hevsozî û serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li civînê de her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Kuweytê guftûgo kirin û tekez li ser pêşxistina li hemû waran da kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî, spasî piştgîrî û hevkariyên miroviyên Kuweytê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir bi taybetî jî yarmetiyên ji bo penaberên Sûriye û koçberên Iraq li Herêma Kurdistanê, her wiha spasî rol û kar û çalakiyên Konsolxaneya giştî ya Kuweyt li Herêma Kurdistanê kirin.

Nirxandina çend pirseke ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, aliyeke dinê civînê bû ku şandeke li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê jî têda amade bûn.

Back to top button