Civak

Mamosteyekê zanîngehê li Duhokê hat kuştin

Duhî êvarê (20.02.2012) Segvan Cemîl Beraşî, li ber deriyê mala xwe, li bajarê Duhokê başûrê Kurdistan,  bi destên grûpeke çekdarên neniyas ve bi guleyan hat kuştin.

Li gor Polîsê Duhokê, derdûra saet 22:00 li gor dema Hewlêrê, mamosteyê zanîngeha Duhokê, kolêja perwerdeyê, li taxê Maltayê li bajarê Duhokê ji aliyê grûpeke çekdarên nenniyas ve bi guleyan hatiye kuştin.

Polîs dibêje ku hêşta bikuj nehatine girtin û sedemêm kuştinê jî nehatine zanîn, lê lêpirsîn li ser bûyerê berdewam e.

Segvan Cemîl Beraşî mamosteyê zanêngeha Duhokê kolêje perwedeyê bû û di heman demê de endamê kargerê komîteya Zankoyê a ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê bû.

Back to top button