Civak

Malikî û hukumeta Iraqê tê Hewlêr

Serokwezîrê Iraqa Federal Nuri Maliki îro li gel wezîrên xwe serdana Hewlêrê dike. Malikî li Hewlêr civîna civata wezîrên Iraqê jî pêktîne.

Herweha Malikî ji aliyê serokê Kurdistanê ve jî dê bête pêşwazîkirin. Nuri Malikî hevdîtinek berfireh li gel Neçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê jî dike.

Bê guman hatina Malikî ya Hewlêr gelekî girîng e. Ev tê vê wateyê ku arîşeyên di navbera hukumeta Kurdistanê û Bexdayê heyîn ber bi çareseriyekî ve diçe.

Serokwezîrê Kurdistanê li balefirxaneya navdewletî ya Hewlêr pêşwaziya Malikî bike.

Back to top button