Polîtîk

Xwendevan serkirdeyên paşeroja Kurdistanê ne

Serokwezîr: Kurdistan hertim li bîra we be û serkefttina herêma Kurdistanê bi we ve girêdayî ye
SUN, 9 JUN 2013 00:52 | KRG.org

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, beşdarî di şahiya derçûna xwendekarên xwendingeha Şweyfatî a navdewletî kir û peyevek pşkeşî amadebûyan kir.

Di merasima şahiya derçûna xwendekarên xwendingeha Şweyfatî a navdewletî de ku, wezîrê perwerdeyê, rêvebirê xwendingehê û hijmareke berpirsên hikûmetê amade bûn, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyveke pêşkeşî kir û pîrozbahiyî li xwedekarên îsal derçûyî kir û hêviya paşerojeke geş ji wan re xwest û got:

– Vê xwendingehê di warê perwerdekirina xwendekaran di warê dîsîplîn û pabendbûn bi rênmayî û yasayên xwendingehê de, taybetmedniya xwe heye. Ew jîngeha saxlem a di navbera xwendekaran de heye kariye sîstemeke nû a xandinê bixolqîne.

– Ji bona berdewambûna karwanê pêşkeftinê, hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li ser hijmareke armancên stratejîk bo dabînkirina xwjiyaniyê û aramiyê bo gelê me dike. Ew armanc jî ji perwerde, tendirustî, asayîş, enerjî, infrastruktura û çend saktorên din yên bingehîn pêk tên.

– Gelê Kurdistanê bi salan xebat kiriye bo bidestveanîna paşerojeke geş bo welatê me, ev şahiye jî îşareteke bo hindê ka em çen ber bi pêşve çûne. Ji bona dirustkirina atmosferekî minasib û bo misogerkirina rojeke wek îro ku, ji bo me hemûyan cîyê serbilindiyê ye, me li herêma Kurdistanê bi cidî xebat kiriye. Xwendekarên îro xandina xwe timam kiriye ji bona ku, sud ji vê derfeta bo hatiye pêş werbigirin, bi cidî hewil daye.

 

Serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de ji xwendekarên derçûyî re got:

– Em şanaziyê bi we dikin, ji ber ku hûn serkirdeyên paşeroja Kurdistanê ne. Malbat û xêzanên we jî şanaziyê bi we dikin. Wisa hizir nekin ku, we xwendina xwe timam kir, hûn derçûn ango xwandin bi dawî hat, ev destpêka rê ye. We bingehek bihêz ji bo hînbûnê dana, pêwîste hûn jîrî û îmkanên xwe ji bo zanist û taybetmendiyên din û zêdetir xizmeta welêt bikar bînin. Piştî çend salên din çênabe hûn bes xwediyê diplomaya Şweyfat bin, lê divê hûn şarazayî û pisporiyeke timam di warekê taybet de bidest bînin.

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji xwendekarên derçûyî kir ku, Kurdistan hertim li bîra wan be û serkefttina herêma Kurdistanê bi wan ve girêdayî ye û diploma û xandina wan dê bo wênekirina paşerojeke geş bo herêma Kurdistanê alîkar be.
Serokwezîrê daxwaz ji xwendekaran kir ku, hizira xwe bikin ka dê çawa ew zanist û zaniyariyên wergirtine di xizmeta gelê xwe de bikar bînin.

weke tê zanîn xwendigeha Şweyfat a navdewletî di sala 2006ê de li Hewlêrê hatiye avakirin û diplomaya wê li ser astê navdewletî tê qebûl kirin û xwendekarên ji vê xwendigehê derdiçin dikarin li zanîngehên navxwe û derve berdewamiyê bi xandina xwe bidin.

Back to top button