Dosya

Kevneşopiya Colemêrgê

Roja 23yê Gulanê dema ku ez ji bo sempozyoma Seyîd Taha Nehrî çûm Colemêrgê, min bawer nedikir ku ev bajarê wek Behişta Berîn Colemêrg e. Piştre min êdî fêm kir ku çima ew dever bûbû hêwirgeha Mîrekên Kurdistanê.

Diyar e ku hertin giya li ser qurma xwe şîn dibe, dar li ser rehên xwe şên dibe, Comemêrga rengîn jî li ser kevneşopiya xwe çîn û şên dibe.
Li binê quntara vî çiyayê rengbihişt, dezgehek bi navê Rûnas  ji aliyê Evdilqadir Garipgazioglu ve hatiye vekirin û tê de xalî, xalîçe, kilîm, ber, tej, merş, xurcezîn, xurcik, sicade û carcîmên kurdî çêdibin. ( http://www.runas-kilim.com.tr/ziyaretcidefteri.asp?id=261) Navnîşana wê jî ev e: Medrese mahallesi, 208. sokak, no 6 Merkez, Hakkari.

Rengê ku di vê sîtila hanê de tê dîtin û bi sedan rengên din ên wisa ku di van afirandeyan de bi hirî û muyê mih û bizinên ku li van çiyayên Hekariyayê bi azadî diçêrin têne bikaranîn, tev xwemalî ne û bi nasnameya Colemêrgê hatine misogerkirin.

Keçeke Kurd xalî dihone

Navê vê saziyê jî bi tirkî ye: RUNAS KİLİM ATÖLYESİ. Yanî Saziya kilîmên Rûnasê.
 
Li virê jî îcar keçeke din û bi rengine din kilîm çêdike.
 
Dezgeha Rûnasê, di sala 2001ê de hatiye damezirandin. Kabirayekî Swîsreyî bi navê Waltraud Weber  alîkariya diravî jê re kiriye. Rûnasê di 2004an de navê xwe guhartiye û bi tirkî weha destnîşan kiriye: ”Rengin Kilimcilik Dokuma Turizm Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi”

 Du keçên Kurd xalî dihonin

Lê bi zîrektiya xwedanê wê, di 2010an de navê ”RUNAS” jî bi saziya dewletê daye pejirandin.

Piştî vê tarîxê, Rûnasê xwe amade kiriye ku xalî û kilîmên Hekariyê bi dinyayê bide naskirin ku bi çi hunerekî xwezayî têne afirandin.

Ev afirmend tev keçên Kurd in û bi hunera xwe, bi kevneşopiya xwe û bi zîrektiya xwe, xwe  di qada cîhanê de derxistine holê û kevneşopiya xwe ya hezarsale nîşan didin.
 Ev rengên ku ji mîtolojiya Hekariyê derdikevin holê, ji serî ve li welatên Ewrûpa, li Emerika û di nava welêt têne pêşankirin û tîna dilê nijadmendan dikişînin ser xwe.
Xwedanê dezgehê Evdilqadir dibêje ku ”amaca min a yekemîn ev e ku ez tevna Kurdî ya kevneşopiya bav û kalan biparêzim û eger bi hindikî be jî, karek û qezencek ji bo keç û jinên vî bajarê me yê çiyayî çêbikim.”

Çewa ku tê zanîn, Colemêrg li sêguçka Îran û Îraq û Tirkiyê cih girtiye û 1720 metre ji sawiya avê bilind e. Di salên 90î de piraniya gundên Hekariyê hatine valakirin û şewitandin. Piraniya wan gundîyan hatine bajêr û dermedora bajêr şevdanîk çêkirine û tê de jiyana xwe didomînin.
 

Pêşî çar rengên cuda cuda ji riwek (nebat) û qaçilê darên çiyayên Hekariyê têne bidestxistin. Piştre ji van çar rengan, bi sedan rengên di têne afirandin.

Di 1986-87an de dema min Grafika Çapê dixwend û piştre  27ê Gulana 2013an dema ku min ev çar reng li bajarê Hekariyayê dîtin, ez ketin nava xewn û xeyalên demderî. Nexwe eger mirov hebe û bi kêrrê xwe were, ha Hekarî û ha Stockholm, cudatiyeke zêde di navê de tune.

ÇAR RENGÊN MAKEMEND:

Giyareng: Ev riwek (nebat)  li Hekariyê devera bilindcihan çêdibe. Belg û çîçekên wê têne kelandin û rengê zer derdikeve holê. Lê dema giyayeke din têkeve navê û bikele, îcar rengê kesk çêdibe.

Agirok: Ev riwek hema bêje li hemû terazinên Hekariyê çêdibe û ji çîçekên wê rengê zer û gewr derdikeve. Dema hin giyayên din ku dikeve navê, îcar rengê kesk çêdibe.

Bareş: Ev riwek li çiyayên Hekariyê çêdibe, bi ava patraxê tê kelandin û rengê reş çêdike.

İndigo:  Ev riwek li dinyayê tenê li çiyayên Hekariyê çêdibe û boyaxek bi navê ”indok” jê derdikeve. Piştre ji vê boyaxê, şîn û lacîwerd (çivîtî) çêdibe. Boyaga ku ji vê riwekê çêdibe, dibe madeya xav a piraniya rengan.

Em jî dibêjin ku Xwedayê Mezin xêr û bereketa xwe li ser Hekariyê her berdewan bike…

Stenbol 09/06/2013

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button