Barzanî pêşwaziya Maliki kir

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî gihişt Hewlêrê Hewlêr û biryare ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Nûrî Malikî bi firokeyeke leşkerî giha firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê. Şandeya Bexdayê ji wezîr û 40 şêwirmendên hikûmeta Malikî pêk tê.
Nûçegihanê Rûdawê ji firokexaneyê diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê palamentoya Herêma Kurdistanê Erselan Payiz li firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Malikî kirin.

Şanda ligel Malikî, ji cîgirê serokwezîr ê enerjiyê Husên Şehristanî, cîgirê serokwezîr ê ji bo xizmetguzariyan Salih Mutleg û cîgirê serokwezîr ê ji bo karûbarên aborî Roj Nûrî Şaweys pêk tê.

Li salona Seid Ebdulla civîna civata wezîran a Iraqê dest pê kir. Di civînê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed jî beşdarî civîna civata wezîran bûn.

Piştî civîna civata wezîran, wê her heft komîteyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibûn damezrandin bicivin.

Piştî wan civînan, biryare Nûrî Malikî û Mesûd Barzanî di civîneke girtî de bi tenê li hev bicivin û paşê konfransekî rojnamevanî lidar bixin.

Nerîna min :