Polîtîk

Malikî sipasiya Talebanî kir

Serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, îro (10.06.2012), di daxuyaniyekê de sipasiya serokomar Celal Talebanî kir û ew bi parêzerê destûra Îraqê wesif kir. 

Ofîsa serokomarê Îraqê Celal Talebanî, duhî (09.06.2012), di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, serokpmar Celal Talebanî lîsteya îmzayên paralmenteran, yên ji bo wergirtina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê hatibûn komkirin, ji bo parlametoya Îraqê nehinart û ew kîsteya îmzayên perlamenterên îraqî bo serokatiya herêma Kurdistanê paşdevegerand.

Li hember vê helwesta serokomar, Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê sipasiya helwestê Celal Talebanî kir û ew bi parîzerê destûra Îraqê wesif kir.

Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniya xwe de sipasiya Talebanî dike û dawxwazê ji hemû hêzên siyasiyên îraqî dike ku, ji bona çaresekirina pirsgirêkan rêyên danûstandinê bikarbînin

Astengî û pêşhatên van çend heftiyên dawiyê îspat kir ku, baştirîn rê ji bo çareserkirina wê kirîza rastî me hatî û di pêşerojê  jî de dê ew kirîz rastê me bên, destûr û mekanxîmên destprê ne.

Li ser vê helwesta Talebanî, îro, aliyên dijberên Nurî Malikî li Helêrê civiyan û helwesta xwe ya fermî diyar kir. Berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê got ku, civîna îro ya Hewlêrê biryar da kul i ser meseleya wergirtina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê berdewam bin. Berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê got jî ku civîna dijberên Malikî dê nameyekê ji Celal Talebanî re bişînin û daxwazê jê bikin ku helwestê xwe zelal bike.

Back to top button