Polîtîk

Hukumeta Kurdistanê karê xwe nirxand

Li Hewlêrê, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê de civiya.

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di civîna xwe ya îro a heftem de, biryar û raspardên her şeş civînê xwe yên berê di ber çavan re derbas kirin û her wezaretekê rapora xwe li dor cîbicîkirina biryar û raspardeyên şeş civînên borî xiste be destê beşdarên civînê.

Di destpêkê de kar û xebatên wezareta darayî û aborî (finans) yên piştî yekgirtina wê wezaretê hatin minaqeşekirin û wezîrê darayî û aborî got ku, piştî yekirina sazî û fermangehên wezaretê, nuha li sertaserî herêma Kurdistanê kar bi biryarên yek wezaretê tê kirin û yekgitina wezaretê bi temamî ketiye di warê praktîkê de.

Li dor wezareta navxweyî jî, wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, wezaretê ferman daye ku hemû rasparde û biryarên xwe bike yek û karê berdewam tê kirin ku hemû sazî û fermangehên ser bi wezareta navxwe ve yên herêma Kutdistanê biyek biryar û tewsiye kar bikin.

Wezîrê tendirustiyê jî li dor rewşa daxilbûna dermanan bo herêma Kurdistanê got ku, kontrola kalîteyê (quality control) li ser anîna dermanan bo herêma Kurdistanê dibin çavdêriyeke mokim ya wezareta tenduristiyê daye.

Têkeliyên navbera parlamento û hikûmetê mijareke din a civîna civata wezîran bû û di vî warîd e tekîd li ser pêwîstiya hebûma têkeliyên saxlem, bi awayekî ku hikûmet û parlamento her yek karê xwe bike û dest nexin nav karûbarên hev du, hat kirin.

Baştirkirina sîstema damezrandinê (teîn), kêmkirina desthilatên wezaretan û zêdekirina desthilatanê saziyên jêrtir û hijmareke biryar û raspardeyên civînên berê di ber çavan re hatin derbas kirin û tekîd li ser cîbicîkirina wan hate kirin.

Back to top button